NY .. Bihtir ji Hezar sivîl li Rojavayê Sûriyê hatine kuştin

NY .. Bihtir ji Hezar sivîl li Rojavayê Sûriyê hatine kuştin

PDK-S: Netewên Yekgirtî kuştina bihtir ji 1000 sivîlî ji bakurê rojhlatî Sûriya û Rojavayê Kurdistanê ji Nîsana bûrî ve ta niha eşkere kir, û fikara xwe derbarî berdewamiya tundûtujiyê ragehand .

Berdevkê bi navê Netewên Yekgirtî Stîfan Dogrîk, got ku serbarî ziyanên canî herweha avahiya bingehî jî raserî ziyanan hatiye, ku bajar bi temamî hatine wêrankirin .

Dogrîk tekez kir, Netewên Yekgirtî û hevbeşên xwe di warê mirovî de li gel hebûna 15 hezar karmendên hewarçûnê hewl didin alîkariyên mirovî û xizmetguzariyên tendirustî ji bo zeremendan dabîn bikin dema ku rewşa ewlehiyê alîkar be .