Beşar Emîn: Aliyê pêşwaziyê li penaberan bike nabe behsa guhartina dîmografî bike

Beşar Emîn: Aliyê pêşwaziyê li penaberan bike nabe behsa guhartina dîmografî bike

PDK-S: Endamekî polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya ragehand, ku bi bê razîbûna Emerîka , Tirkiya bi tu awayekî nikare operasyona leşkerî li rojhlatê çemê Feratê encam bide .

Di çarçoveya beşdariyê di bultena ARKê de Beşar Emîn endamê polîtbîroya partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya ragehand, ku her pêngaveke Tirkî di rojhilatê çemê Feratê de dive bi razîbûna Emerîka be , weke çawe tevger û pênkavên Tirkiya li Efrînê bi razîbûna Rûsiya bû .

Derbarê vegera penaberên Sûriyê yên li Trikiya dimînin bo navçeya aram Beşar Emîn got, ku ew aliyê pêşwaziyê li vegera penaberan bo navçeya aram dike , nabe bi tu awayekî behsa guhartina Dîmografî li navçeyê bike .