6 sal li ser revandina Ehmed Sîdo re derbas dibe

6 sal li ser revandina Ehmed Sîdo re  derbas dibe

PDK-S: 6 sal ser revandina endamekî Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriya ji aliyê çekdarên PYDê li taxeke Helebê derbas dibin û ta niha tu danpêdan ji PYDê derbarê girtina wî de ne hatiye der .

Di 10 meha nehan sala 2013an girûpek ji çekdarên PYDê Ehmed Sîdo endamê Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriya li taxa Şêx Meqsûd a Helebê li pêş mala wî revandin û beriv ciheke nediyar birin û ta niha tu nûçe derbarê jiyana wî de derneketiye.

Tevî hewl berdewam ji malbata Ehmed sîdo ji bo diyarkirina çarenivîsa wî lê ta niha û piştî derbasbûna pênc salan ser revandina Sîdo tu agahî li ser wî tuneye eger hîn di jiyanê de maye yan hatiye terorkirin.

Ehmed Sîdo xelkê gundê Hosê yê navçeya Mobeta ya Efrînê ye û neşteciyê taxa Şêx Meqsûd bû .