Yûnan: 424 Penaber ji Turkiyê gihiştine giravên Yûnanî

Yûnan: 424 Penaber ji Turkiyê gihiştine giravên Yûnanî

PDK-S: Roja Şemiyê 07.09. 2019, tora weşana giştî a Yûnanî li ser zarê polîsên Yûnanê veguhestibû, ku di heyama herdu rojên bûrî de, 424 penaber ji Tirkiyê gihiştine giravên Yûnanê.

Li gorî daxuyaniyên komisyona bilind a karûbarê penaberan a bi ser Netewên Yekgirtî ve , ku di heyama miha Tebaxa bûrî de, 8103 penaber ji Tirkiyê gihiştine giravên Yonanê li deryaya Îce.

Ji aliyê xwe ve û ji bo pirbûna hejmara penaberan di kampên giravên Yonanê de , hikûmeta Yonanê di van hefteyên bûrî de bi hezaran penaber û bi taybet yên ku derfetên wan ji bo wergirtina mafê penabertiyê hebe , bo bejê veguhestin.

Her di vê derbarê de, hikûmeta Yonanê çendîn biryar standin, ji wan biryarar, kesên ku daxwaznameyên wan yên penabertiyê hatî redkirin divê bi lez wern çol kirin, herweha pirkirina çavdêriyê li ser sînor, serbarî çendîn biryarên din girêdayî bi wê babetê ve.

Roja Îna bûrî rêxistina bizîşkên bê sînor ragehand, ku bihtrî 500 kocberî di nav wan de 240 zarok bi rêya 13 beleman gihiştin girava Lîsbos a Yonanê, ji ber vê yekê jî wezareta derve ya Yonanê bang li balyozê Tirkiyê kir û nerazîbûna xwe derbarê pirbûna hejmara koçberên ku ji Tirkiyê gihiştne da xuyakirin.

Herweha serokê Tirkiyê Recb Teyb Erdogan berya çend rojan gefa vekirina sînor ji bo penaberên li Tirkiyê dimînin, û dixwazin bighin welatên Ewropayê kir û got, eger ew welat piştgirya wan penaberan de nekin ewê sînor vekin.