PDK-Sê nameyek bo serok Barzanî şand

PDK-Sê nameyek bo serok Barzanî şand

PDK-S: Bi helkefta salvegera 58an ya şoreşa Eylûnê, Polîtbîroya Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê, nameyeke pîrozbahiyê bo serok Mesûd Barzanî û Partiya Demoqrata Kurdistanê şand, bi rêya wê nameyê pîrozbahî bi navê sekreterê xwe Siûd Mela , serkirde , kadiro û cemawerê xwe arasteyî malbatên şehîdan û pêşmergeyên qehreman û cemawerên gelê kurdistanê pêşkêş kir.

Di nameya xwe de polîtbîroya PDK-Sê got , ku şoreşa 11 Eylûnê ku bi dest û serkirdayetiya Barzaniyê nemir hat teqandin, veguhestineke pêşketî di dîroka şoreş û serhildanên kurdî de bû, ku bingeh ji bo avakirina dibistana xebatkariyê ji bo gelê Kurdistanê ji bo çespandineke bihtir ya hêvî û dîtinên xwe bi rêya xebata berdewam damezrand, herweha waneyeke nayê jibîrkirin da aliyên şofînî û necatperest, û bi saya xwîna şehîdan li qadên şer yan bi rêya çekên kîmawî yan enfalkirinê û xebata pêşmergeyên qehreman û serkirdayetiya hişmend, vê şoreşê karî deskeftin û armancine bihtir bi cî bîne, mîna neçarkirina rêjîma Îraqê ya jinavbirî ji bo mezinkirina daxuyanameya 11 Adara 1970ê ya ku li gorî wê daxuyanameyê Itiraf bi otonemiya Kurdistan û gelê wê hat kir.


Her di wê daxuyaniyê de polîtbîroya PDK-Sê dibêje îro jî rêbaza kurdayetiyê, rêbaza Barzaniyê nemir bihtir xwe di çespîne, û bixwe re jî pirojeya Neteweyî ya Kurdistanê bi serkirdayetiya Barzanî berferehtir dibe, û êdî çavê gelê Kurdistanê li destkeftinêne bihtire nexasim piştî rêfrandoma dîrokî ya 25ê Eylûna 2017an, ku kevrê bingehên yê serbixweya Kurdistanê danî.

Di dawiya daxuyanameyê de polîtbîroya Partiya Dîmuqrata Kurdistan – Sûriya bi vê helkeftê tekeziya xwe li ser berdewamiya soza layengirî û dilsoziyê ji bo pirensîpên Neteweyî û xebtkariyê li gorî rêbaza Kurdayetiyê rêbaza Barzaniyê nemir nîşan da.