Li bajarê Qamişlo xwecehiya Kornîş û Wista ya ENKSê civiyan

Li bajarê Qamişlo xwecehiya Kornîş û Wista ya ENKSê civiyan

PDK-S: Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê Encûmena Xwecehiya Kornîş û Wista ya Encûmena Niştîmanî ya kurdî li Sûriyê civîna xwe ya normal roja Yekşemê 08.09.2019, lidarxist û mijarên kurdî , Kurdistanî û hin mijarên rêxistinî gengeşkirin.

Di civînê de behsa rewşa rêxistnî ya karê encûmenan herweha astengiyên ku xelkê Rojavayê Kurdistanê têre derbas dibin bi taybet di dema niha de hate kirin.

Li ser rewşa siyasî di civînê de li ser rola encûmena Niştîmanî ya Kurdî di herêma aram de û hewlên guhertina Demografî ya herêmê di bicîkirina Ereban li beşê din ji Rojavayê Kurdistanê, ku êdî bi rojhilata Feratê tê naskirin hate kirin .

Li aliyekî behsa ger û seredanên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê di rêya nivîsgeha peywendiyên derve li Ewropayê û Emerîkayê hate kirin .

Li ser vê mijarê serokê encûmena xwechî Qedrî Can ji malpera ENKSê re ragehand, ku herêma aram divê li bin parastina Navdewletî de be, û pêkhateyên herêmê wê herêmê birêve bibin nexasim rola gelê kurd, ku li ser xak û zeviyê xwe ye têde berçav were girtin .

Navbûrî tekezî li ser hebûna rola pêşmergeyên leşkerê Roj kir, û got pêwîste rola wê hêzê sereke be di parastina herêmê û rêzgirtina hemû pêkhateyan di çarçoveya welatê Sûriya de.

Di dawiya civînê de xişteya karê pêşwext herweha pilanên kar û çalakiyên encûmenên xwecehî di demên bê de wek lidarxistina semînaran û kar di nav gel de hat dayîn .