ENKS piştevaniya xwe ji bo xwenîşandana li dijî buhabûnê nîşan da

ENKS piştevaniya xwe ji bo xwenîşandana li dijî buhabûnê nîşan da

PDK-S: Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê piştevaniya xwe ji xwenîşandana, ku roja Pêncşemê 12.09.2019, li bajarê Qamişlo li dijî bihabûn û bilindkirina nirxê Sotemeniyê ji aliyê PYDê ve nîşan da.

Di daxuyaniyekê de Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê dibêje bilindkirina nirxê Mazot û Benzînê ji aliyê PYDê ve bandora xwe avêtiye ser hemû kel û pelan herweha bang li xelkê Qamişlo kir, ku roja Pêncşemê demjimêr 5 êvarî tevlî xwenîşandana ku ji aliyê çalakvanan ve li pêş baregeha Neteweyên Yekgirtî wê were lidarxistin bibin, û banga devjêberdana bihtirkirina êş û azarên xelkê herweha banga kar ji bo peydakirina pêdiviyên jiyanê yên guncaw ji bo welatiyan bi asanî bikin.

Hejmarek çalakvanan banga lidarxistna xwenîşandanekê roja Pênşemê demjêr 5 li pêş avahiya Neteweyên Yekgirtî li bajarê Qamişlo li dijî bilindkirina nirxê Mazot û Benzînê û bandora wê bilindkirinê li ser kel û pel û jiyana rojane kirine.