Serok Barzanî pêşwaziya şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriye kir

Serok Barzanî pêşwaziya şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriye kir

PDK-S: Roja Pêncşem 12.09.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandekî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriye kir, ku ji Kamîran Haco Berpirsê Peywendiyên Encûmen û Îbrahîm Biro Endamê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriye pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de pêşhatên siyasiyên dawî ya Sûriye û helwesta welatan li ser qeyrana Sûriye û hevkêşeyên meydanî û siyasiyên niha ya li ser asta Sûriye û navçeyê guftûgo kirin.

Her li vê civînê de ronahî xistin li ser helwesta aliyên Kurd yên Sûriye û di derbarê rewşa giştî ya Sûriye û paşaroja gelê Kurd li welatî Serok Barzanî nêrîn û şîretên xwe ji bo şanda mîhvan xisterû.