Erdogan:Pêwîste Penaberên Sûrî li Navçeya Aram werne bicîkirin

Erdogan:Pêwîste Penaberên Sûrî li Navçeya Aram werne bicîkirin

PDK-S: Serokê Tirkiya dibêje îdî Tirkiya nikare penaberên Sûriyê wergire , û pêwîste ew penaber li navçeya aram werne bicîkirin .

Receb Teyb Erdogan serokê Tirkiya ragehand, ku jimareya penaberên Sûriyê li Tirkiya gelek zêdebûye , û îdî Tirkiya nikare penaberan wergire , û pêwîste çareseriyek ji wan re were dîtin , û li navçeya aram werne bicîkirin .

Erdogan berya niha gefa vekirina sînorên Tirkiya li pêşiya penaberên, ku li Tirkiya dimînin berev welatên Yekîtiya Ewropa kirbû , ewjî eger welatên Yekîtiya Ewropa alîkariyan pêşkêşî Tirkiya nekin .