Li Qamişlo xwenîşandanek li dijî buhabûnê hat encamdan

Li Qamişlo xwenîşandanek li dijî buhabûnê hat encamdan

PDK-S: Roja Pêncşemê 12.09.2019, li ser banga hejmarek çalakvanan xwenîşandanek demjêr 5 li pêş avahiya Neteweyên Yekgirtî li bajarê Qamişlo li dijî bilindkirina nirxê Mazot û Benzînê û bandora wê bilindkirinê li ser kel û pel û jiyana rojane hat lidraxistin.

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê jî û hejmarek aliyên siyasî , civakî û sivîl jî piştevaniya xwe ji wê xwenîşandanê re dabûn nîşandan.

Di daxuyaniya xwe ya piştevaniyê de Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê gotbû, ku bilindkirina nirxê Mazot û Benzînê ji aliyê PYD ve bandora xwe avêtiye ser hemû kel û pelan herweha banga devjêberdana bihtirkirina êş û azarên xelkê herweha banga kar ji bo peydakirina pêdiviyên jiyanê yên guncaw ji bo welatiyan bi asanî bikin.