Xuleke Topa Pê bi navê Şehîdên Dastana Sihêla hatiye lidarxistin

Xuleke Topa Pê bi navê Şehîdên Dastana Sihêla hatiye lidarxistin

PDK-S: Wek wefadariyekê ji xwîna pakrewanên pêşmergeyên Roj re beşê çand û raghandinê yê hêzên pêşmergeyên Roj xuleke topa pê ji pêşmergeyan re birêkxistin kiriye.

Xula topa pê ya leşkerê Roj li jêr navê pakrewanên destana Sihêla ango Ên Ewês birêve diçe û matşên wê xulê li yarîgeha Bîşabîr ya Dihokê hatiye lidarxistin û çar matş ji xulê hatine ecamdan.

Xula topa pê ya pêşmergeyên Roj çardeh tîman ji hemî hêzên pêşmergeyên Roj li xwe digre û ji 11 Eylûnê ve dest pê kiriye, û hîn berdewame.