Esed lêborîneke giştî ragihand

Esed lêborîneke giştî ragihand

PDK-S: Serokê rêjîma Sûriyê Beşar Esed lêborînek giştî bi navê lêborîna tawankarên beriya 14 Eylûna 2019, raghand.

Lêborîna ku Esed raghandiye ji gelek xalan pêk tê .

Esed di biryara xwe de dibêje her kesê xwe radestî rêjîmê di heyama sê mehan de bike û daxwazkiriyê rêjîmê ye rastî wê lêborînê tê.

Li Sûriyê bi sed hezaran welatî ji aliyê rêjîmê ve daxwazkirîne, û bihtirî 5 melyonan ji xelkên Sûriyê koçberbûne û tevî raghandina rêjîma Esed bangên vegera penaberan lê ji ber nebûna baweriyê û girtin û sizakirina gelek kesên, ku vegeriyane û xwe radestî rêjîmê kirine, welatiyên Sûriyê pişta xwe diidin wan biryar û lêborînên Esed û weke necihê baweriyê dibînin.