Girkê Legê… Rêjîma Esed endamekî PDK-Sê serbest berda
PDK-S: Rêjîma Esed endamekî Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya, piştî çend heftiyan ji girtinê serbest berda .
Welatiyê bi navê Ebdulsemed Hacî , ku xelkê bajarokê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê ye , beriya çend heftiyan serdana bajarê Hesekê kir , û dema serdana bajarê Hesekê ji aliyê rêjîma Esed ve hate girtin .
Li gorî jêderên taybet duh 16 Eylûna 2019a, Ebdulsemed Hacî ji zindana rêjîma Esed serbest hate berdan .