Domîz… PDK-Sê bîranîna Şoreşa Eylonê vejand

Domîz… PDK-Sê bîranîna Şoreşa Eylonê vejand

PDK-S: Bi boneya salvegera 58 ya şoreşa Eylonê duh 15ê Eylona 2019an rêxistina Domîz ya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya ahengek li hola şehîd Nesredîn Birhik ya nivîsgeha PDK-Sê lidraxsit .

Aheng bi amedebûna Qadir Qaçax endamê komîta navendî ya PDKê, û Mihemed Emîn Ebas berpirsê rêxistina Domîz û endamê komîta navendî ya partiya Demoqrata Kurdistan Sûriya herweha Hiyam Ebdulrehman û diya Ciwan endamên heman komîteyê ya PDK-Sê û hijmarek ji pêşmergeyan û penaberan birêve çû .

Di ahengê de gotara PDKê ji aliyê Qadir Qaçax herwea hin gotar ji aliyê serkirdeyên PDK-Sê ve hatin xwendin, têde behsa şoreşa Eylûnê û xweragrî û berxwedana Barzaniyê nemir û pêşmergeyan kir .

Di dawiya ahengê her yek ji pêşmerge Mihemed Seîd Sûrî , Seîd Hamid Hebeş , Remedan Ebas Ibrahîm, Herweha Elî Ebas Ibrahîm û Yûsif Ibrahîm Ismaîl hatin xelatkirin, ku her şeş pêşmerge ji pêşmergeyên kevin yê şoreşa Eylûn û gulanê ne .