Nûneratiya Ewropa ya ENKSê simînarek lidarxist
PDK-S: Xwecehiya Belcîka ya nûneratiya Ewropa ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê, simînarek siyasî lidarxist ew jî bi amadebûna cemawerekî berfereh ji kesayetî û partiyên Kurdistanî .
Di wê simînarê de Mihemed Ismaîl endamê desteya serokatî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê helwêst û nerînên siyasî yên ENKSê derbarî rewşa Sûriyê bi giştî û ya kurdî bi taybebetî serbarî gera dîplomasî ya desteya serokatî û ofîsa pêwendiyên derve ya ENKSê li Rûsiyê û Emrîka û welatên Yekîtiya Ewropa pê rabibûn gengeş kirin .
Ismaîl herweha behsa binpêkirinên ku li Efrîna Rojavayê Kurdistanê tên kirin ji talankirin û kuştin û revandina welatiyan û guhertina dîmografî ya ku li wê herêmê tê kirin herweha behsa rêkeftina dinavbera Emerîka û Tirkiyê de derbarî herêma aram kir .
Di dawiya wê simînarê pirsên beşdarbûyan ji aliyê endamê desteya siyasî ya ENKSê Mihemed Ismaîl ve hatin bersivdan .