Şandek ji ENKSê seredana gora şehîd Mehmûd Walî kir
PDK-S; Di salvegera 7an ya şehîdbûna Mehmûd Walî bavê Candî , xwecehiya Serê Kaniyê ya Encûmena Nistîmanî ya Kurdî li Sûriyê seredana gora şehîd ya li goristana bajêr kir .
Jibilî şanda ENKSê hijmarek ji endamên Partî , kesayetiyên serbixwe û malbata şehîd Mehmûd Walî beşdar bûn .
Di merasîma vejandina salvegera 7an de gorzek Gul li ser gora wî hate danîn û xuleke bê deng hate rawestandin û sûreya Fatîhe li ser canê wê hate xwendin.