Ragehandina ENKSê li Qamişlo civiya
PDK-S: Ofîsa navendî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê, Îna bûrî rêkefta 20.09.2019, civîna xwe ya dewrî li bajarê Qamişlo lidarxistin .
Ew civîn bi beşdariya endamên ofîsê û nuçegehanên hemû deverên Kurdistana Sûriyê hat lidarxistin .
Ji aliyê xwede berpirsê ragehandina Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê Hesen Remzî behsa rol û giringiya ragehandinê di avakirina welatan de û pêşxistina wan de kir, herweha spas û pêzanîna xwe raserî karmendên ofîsa ragehandina ENKSê kir ,tevî zehmetiyên ku tên pêşiya wan .
Serbarî wê yekê hejmarek ramanên nû ji bo pêşxistina karê heman ofîsê hatin pêşkêşkirin .