10 penaberên Sûriyê li Asîna hatin girtin

10 penaberên Sûriyê li Asîna hatin girtin

PDK-S: Li firokxaneya Asîna ya paytexta Yonanê grûpek ji penaberên Sûriyê dema dixwestin bi şêweykê ne yesayî û bi cewazên sextekarî berê xwe bidin Siwêsra hatin desteserkirin.

Li gor rojnameya Lofîgaro ya Ferensî raghandiye, ku polîsên Yonanê 10 ji penaberên Sûriyê, ku bi cil û pergên werzişî yên toba destan desthelatdar xapand bûn desteserkirin .

Jiblî cil û pergan cewazên sextekrî yên ne fermî bi dest wan bûn û dixwestin bi wê fêl û hîletê berê xwe ji Yonanê bidin bajarê Zîwrîx yê Swêsra.

Heman rojnameyê li ser zarê polîsa Yonanê tekez kiriye ku penaberên Sûriyê heman cil û perg û kel û pelên taybet bi tîma topa destan li xwe kirbûn da ku gûmanan li ser xwe rakin lê di dema pişknînê hatin eşkere kirin û desteserkirin.