Mogrînî Pêşwaziyê li ragehandina rêkeftina Komîteya Destûrî dike

Mogrînî Pêşwaziyê li ragehandina rêkeftina Komîteya Destûrî dike

PDK-S: Nûnera karûbarê derve ya Yekîtiya Ewropa pêşwazî li rêkeftina, ku navbera aliyên Sûriyê de derbarê komîteya destûrî kir .

Di daxuyaniyekê de Fêdîrîka Mogrînî got, ku ji mêjve çaveriya ragehandina rêkeftinê li ser navên komîteya destûriya Sûriyê dehate kirin , û ew pêşwazî li vê rêkeftinê dike.

Herweha Mogrînî got, ku Yekîtiya Ewropa pêşwazî li her pêngavekê dike, ku mebest jê rawestandina şer be li Sûriyê , û Yekîtiya Ewropa wê di piştevanîkirinê de berdewam be .