Dewlemendên ser bi rêjêmê ve pareyan bo bilindkirina nirxê Lêreya Sûrî pêşkêş dikin

Dewlemendên ser bi rêjêmê ve pareyan bo bilindkirina nirxê Lêreya Sûrî pêşkêş dikin

PDK-S: Ji bo piştevaniya lêreya Sûrî hejmarek dewlemend û bazarganên Sûriyê li Şamê civiyan.

Jêderne xwecehî sûrî eşkere kirin roja Yekşemê 28.09.2019, li hotêla Şîraton li Şama paytexta Sûriyê hejmarek dewlemend û bazarganên Sûriyê ji bo piştevaniya lêreya sûrî kombûn.

Di wê kombûnê de wek yekem dewlemend xwe daye pêş samir Elfoz 10 melyon dolarên Emerîkî pêşkêş kirin, û biryare rojane her beşdarek bi melyonan dolar ji bo bilindkirina nirxê lêreya Sûrî beramberî dolarê Emerîkî pêşkêş bike .

Li gor odeya bazirganiya Şamê ya ser bi rêjîmê ve armanca wê kombûnê ewe , ku hewl bidin nirxê lêreya Sûrî beramberî dolarê Emerîkî bighînin 500 lêre û metirsiya rûxandna lêreya sûrî rawestînin.