Xwecehiya Girkê Legê ya ENKS civiya

Xwecehiya Girkê Legê ya ENKS civiya

PDK-S: Xwecehiya Girkê Legê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê, civiya û dawîn pêşhateyên siyasî li Kurdistana Sûriyê gengeşekir.

Roja Sêşemê 01. 10. 2019, xwecehiya Girkê Legê ya ENKSê bi amadebûna piraniya endaman civîna xwe ya normal li bajarokê Girkê Legê li Kurdistana Sûriyê lidarxist, têde hejmarek mjar wbabetên rêxistnî syasî û dawîn pêşhateyên Kurdistanî û Kurdistana Sûriyê û Sûriyayê bi giştî gotubêjkir.

Devera aram, komîta destûra Sûriyê ya nû û bandora wê li ser pêşeroja gelê kurd li Sûriyê û standina hin biryaran li gor nerîna ENKSê beşekî din ji gengeşeya di wê civînê de bû.
.