Şandeke Nûneratiya ENKS serdana Liqê 2 yê PDK kir

Şandeke Nûneratiya ENKS serdana Liqê 2 yê PDK kir

PDK-S: Şandeke nûneratya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê serdana Lqê 2 yê Partiya Demokrata Kurdistanê kir .

Roja Çarşemê şandeke nûneratiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê bi serokatiya Ebdulkerîm Mîranî serokê nûneratiya ENKSê serdana Leqê 2 yê Partiya Demokrata Kurdistanê kir , û ji aliyê Ehmed Kanî berpirsê Leqê 2 ve pêşwazî li şanda ENKSê hate kirin .

Di dîdarê de Ehmed Kanî , û Ebdulkerîm Mîranî tekezî li ser bi hêzkirin û pêşvebirina peywendiyan navbera herdu aliyan de kirin , û amaje bi wê çendê hate kirin, ku dema rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê têkçû , başûrê Kurdistanê bû penageh bo penaberên Rojavayê Kurdistanê û bi hikûmeta Herêma Kurdistanê tevaya alîkariyên mirovî û cihê neştecîbûnê pêşkêşî wan kir.