Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya cejna Cemayê li Êzdiyan kir

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya cejna Cemayê li Êzdiyan kir

PDK-S: Di peyamekê da rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pîrozbahiya cejna Cemayê li xuşk û birayên Êzdî kir ku eve jî naveroka wê ye:

Cejna Cemayê li hemî xuşk û birayên Êzdî li Kurdistanê û li her dereka cîhanê bin, pîroz dikîn. Hêvîdarîn ev cejne bo hemiya bi xêr û xweşî vegerît û cejn û helkeftên bên, di rewşeka baştir da bo Êzdîyan û hemî Kurdistaniyan bi giştî vegerin.

Îsal jî cejin di demekê da têt ku hêşta bi dehan hezar xuşk û birayên me yên Êzdî jiyana koçberiyê û di wargehan da derbas dikin û nikarin vegerine ser mal û cihêt xwe, bêtirî sê hezara jî hêşta bêserûşûnin û çarenivîsa wan nediyare.

Em careka dî xuşk û birayên xwe yên Êzdî piştrast dikeyn ku her çi ji me bêt dê keyn daku vegerine ser mal û cihên xwe yên aram û avadankirî û hindî yek Êzdî wenda maye, dê hemî hewlan ji bo vegerandina wan bideyn.

Dubare Cema li hemiya pîroz bît, her sal bi xêr û xweşî.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
05/10/2019