PDK-Sê beşdarî di merasîmên cenaze û bi xak spartina 5 endamên malbata Mişo de kir

PDK-Sê beşdarî di merasîmên cenaze û bi xak spartina 5 endamên malbata Mişo de kir

PDK-S: Şandeke ofîsa Herêma Kurdistanê ya Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê, beşdarî di merasîmên cenazeya qurbaniyên tawana hovane ya, ku tawankarekî derheqê Besam Mişo û malbata wî li gundewarê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kirbû, ta laşê wan gihişt serava Fîşxabûr .

Şanda PDK-Sê ji her yek ji d. Ebdulhekîm Beşar endamê polîtbîroya PDK-Sê û berpirsê ofîsa Herêma Kurdistanê ya PDK-Sê, herweha Seîd Umer endamê komîta navendî û berpirsê pêwendiyên Neştîmanî ya PDK-Sê pêk hat.

Di vê derbarê endamê polîtbîroya PDK-Sê d. Ebdulhekîm Beşar got, ku kuştina 5 kesan tawaneke hovaneye û miletê kurd bi tevahî bê îşiya bi tayebt xelkê başûr û hêviya sizadanek bilez ji tawankarê wê tawanê re xwest .

Roja 02.10.2019, di tawaneke hovane de 5 endamê malbata Mişo li gundekî nêzîkî Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hatin kuştin û ji aliyê xwede PDK-Sê bi hemû şiyanên xwe piştevaniya wê malbatê kirin ji bo bi leztirîn dem tewankarên wê tawanê bên sizadan û beşdarî di hemû merasîmên cenaze û veguhestin û bi xak spartina wan qurbaniyan de kirin.