Asaîşa Hewlêrê daxuyaniyek derbarê danpêdana Kujerê Malbata Penabera R.Kurdistanê belav kir

Asaîşa Hewlêrê daxuyaniyek derbarê danpêdana Kujerê Malbata Penabera R.Kurdistanê belav kir

PDK-S: Rêveberiya asayîşa Hewlêrê daxuyaniyek derbarê danpêdana kujerê malbata penabera Rojavayê Kurdistanê belavkir, û têde hatiye ku tawanbar Ferîdon Kerîm Remedan 5 endamên yek malbata kurda Rojavayê Kurdistanê, ku neşteciyên gundê Pîreş yê derdora Hewlêrê bûn kuştine , û termên wan bi ceh hiştine .

Li gorî danpêdanên kujer ev daxuyanî hatiye belavkirin, ku kujer bihtir ji du salane û peywendiya wî ya dostane li gel Besam Hisên Resûl , ku bi Heysem tê naskirin hebû , û nêzîkî du mehane nakokî ketbû navbera wande , û li êvara 02. 10. 2019an de , tawanbar bi otombêla xwe ew malbat ji bo piyase û geştekirinê birine û piştre kêşe navbera herdu aliyan de dirust dibe , û di encamê de tawanbar bi çekê kilaşînkof Heysem kuştiye , û piştire dest dirêjî kiriye ser hevjîna Heysem ya bi navê Solîn Mihemed Nezîr , û piştre 3ê zarokên bi navên Hisên ku 11 saliye , û Roşka ku 7 saliye , û Mihemd ku 5 saliye kuştine .

Weke di daxuyaniyê de hatiye ku hîna Solîn Nezîr di jiyanê de mabû , lê ew bi berd ango kevir kuşt.

Asayîşa Hewlêrê amaje bi wê çendê da , û got ku hêzên asayîşa Hewlêrê li rêkefta 03.10.2019an, termê qurbaniyan dîtiye , û di heman rojê de tawanbar hatiye desteserkirin , û li gorî rêkarên yasayî vekolîn hatiye kirin , û keysa wî bo dadgehê hatiye rewankirin .