Zarokekî Sûrî li Yonanê xeniqî

Zarokekî Sûrî li Yonanê xeniqî

PDK-S: Roja Yekşemê 06 cotmeha 2019an, zarokekî Sûrî li beravên Yonanê jiyana xwe ji dest da piştî ku ji malbata xwe dûr ketbû.

Wezareta parastina welatiyan ya Yonanê diyar kir, ku ew zarokê Sûrî bi tena xwe piştî nîvroê ji kampeke koçberan li wî welatî ku nêzîkî deryayê ye derketbû.

Herweha wezaretê amaje bi wê yekê kir, ku temenê wî zarokî du sal û nîve û li kampeke li bajarê Endrafîda ku dikeve başûrê Yonanê de dijiya, û polîsan jî dest bi vekolînan kirine.

Li gorî agahiyan malbata wî zarokî dixwest Yonanê biceh bihêle, û ber bi welatên din yên Ewropa ve biçe.