Mesrûr Barzanî û Lavrov behsa rewşa Kurdan li Sûriyê kirin: Divê rola wan di pêşeroja Sûriyê de hebe

Mesrûr Barzanî û Lavrov behsa rewşa Kurdan li Sûriyê kirin: Divê rola wan di pêşeroja Sûriyê de hebe

PDK-S: Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Rûsya Sêrgî Lavrov civiyan û di wê hevdîtinê de behsa rewşa Kurdan li Sûriyê kirin û herdû alî yeknerîn bûn ku pêwîst e rola Kurdan di pêşeroja Sûriyê de hebe.

Dûşema 7.10.2019 Mesrûr Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li şandeke pilebilind ji Rûsya bi serokatiya Sêrgî Lavrov kir û di wê hevdîtinê de, Lavrov dîsa pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir ji ber ku bûye serokwezîrê Kurdistanê û amaje kir bi pêwendiyên dîrokî yên di navbera gelê Kurd û Rûsya de û mana rêberê dîrokî yê Kurdan Mela Mistefa Barzanî li Rûsya.

Di wê hevdîtinê de tekezî hat kirin li ser pêşxistina pêşwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Rûsya de û serokwezîrê Herêma Kurdistanê got ku ew pêşwaziyê dikin li bihêzbûna pêwendiyên abûrî yên Hewlêrê bi Rûsya re.

Ji aliyê xwe ve, Sêrgî Lavrov pesnê aramiya rewşa asayişa Herêma Kurdistanê kir û got ku ew amade ne karê weberhênanê bikin li Herêma Kurdistanê. Herwiha tekez kir ku ew dixwazin geştên asmanî di navbera Hewlêr û Mosko de bi şêweyekî rasterast destpê bikin.

Mesrûr Barzanî û Lavrov behsa liv û tevger û gefên DAIŞê li çend navçeyên Iraqê kirin û herdû alî yeknerîn bûn ku DAIŞ hêj gef e li navçeyê. Herwiha Lavrov pesnê rola girnîng a Hêzên Pêşmerge û Kurdan li Iraq û Sûriyê di şerê li dijî DAIŞê de da û got ku derbarê vê yekê de jî ew ji her alîkariyekê re amade ne.

Di civînê de, herdû alî li ser rewşa Sûriyê axivîn û gotin ku derketina aloziyên zêdetir ziyaneke pir mezin dighîne xelkê navçeyê. Herwiha herdû alî yeknerîn bûn ku pêwît e rola Kurdan di pêşeroja Kurdan de hebe.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê behsa danûstandin û gotûbêjên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir û got ku ew gotûbêj ji bo gehîştin bi rêkeftinekê di navbera herdû aliyan de, berdewam in. Lavrov jî piştgiriya xwe ji bo wan gotûbêjan nîşan da.