Serok Barzanî bo Tiramp: Xwîna Kurd gelek ji pere û çekan bi behatire

Serok Barzanî bo Tiramp: Xwîna Kurd gelek ji pere û çekan bi behatire

PDK-S: Serok Mesûd Barzanî, derbarê gefên Tirkiyê bo êrişkirine ser Rojavaya Kurdistanê û vekişana Supayê Emerîkayê, peyamek arasteya serokê Emerîkayê, Donald Tiramp kir.

Serok Barzanî di tiwîtekê de ragehand: Xwîna Kurd gelek ji pere û çekan bi behatire.

Ev jî deqa wê peyamê ye:

Birêz serok Tiramp

Bo agahdarîya cenabê Te:

Gelê Kurdistanê tim daxwaza mafên rewa yên xwe kirîye û berevanî ji xwe kirîye. Pêşmerge efsaneya Daişê têkşikand û Kurd pişkeke bi bandor bûn di hevpeymanîya dijî terorê de.

Xwîna Kurd ji çek û pereyan bi behatire.