ENKSê daxuyaniyek derbarê gefên Tirkiyê belav kir

ENKSê daxuyaniyek derbarê gefên Tirkiyê  belav kir

PDK-S: Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê bang li civaka Navdewletî û aliyên guhpêdanê bi rewşa Sûriyê dikin bi taybet Netewên Yekgirtî kir, da ku karekî cidî ji bo rawestandina wan gefan û her karekî leşkerî berê deverê û xelkên wê bide nexweşî û karasatan bike, her weha divê li riyên çareseriyê yên aştiyane û lezgîn bigere da ku şer û destwerdanê li ser deverê dûr bixe .

ENKSê her weha di daxuyaniya xwe de bang li hemî aliyên pêwendîdar kir, rê nedin miletê kurd bibe qurbaniya nakûkiyên siyasî û leşkerî piştî ku bi dehên salan rastî stemkarî û înkara mafê xwe yê rewa hatî kirin.