Perlemanê H.Kurdistanê daxwaza rawestandina şer li Kurdistana Sûriyê kir

Perlemanê H.Kurdistanê daxwaza rawestandina şer li Kurdistana Sûriyê kir

PDK-S: Perlemana Herêma Kurdistanê duh êvarî 09.10.2019, daxwaza rawestandinek bilez ji êrîşa Tirkiyê re kir, û vexwend ji bo diyalogekê ji bo çareserkirina pirisgirêkan kir.

Serokatiya perlemanê Kurdistanê got jî, ku ew bi fikareke mezin çavdêriya derbasbûna Tirkiyê ya leşkerî ji bo nav hejmarek bajarên Rojavayê Kurdistanê û daxwaza çareserkirina pirisgirêkan bi rêya giftûgoyan kir.

Di daxuyaniyekê de serokatiya perlemanê Kurdistanê got, ku dever di rewşeke hestiyar re derbas dibe, û hîn şerê terorê bidawî nehatiye, û ew dibînin ku ew êrîş tu çareseriyan ji pirsgirêkan re pêşkêş nake û wê derfeta aştiyê dûr bixe .

Perlemana kurdistanê herweha civaka Navdewletî vexwend ji bo hemû karînan bi karbînin ji bo bidawîanîna wê êrîşî .