ENKSê êrîşa Tirkiyê şermezar dike

ENKSê êrîşa Tirkiyê şermezar dike


PDK-S: Di 9 cotmeha 2019an de hêzên Tirkiyê bi biştevaniya girûpên çekdar yên nav li xwe dikin Artêşa Niştîmanî gefên xwe li ser çekdarên Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê bicî anîn, û derbasî sînorê hin herêmên Rojavayê Kurdistanê bûn .

Ev derbasbûn wek binpêkirin ji yasaên Navdewletî re hatin .

Di encamê de hijmarek ji welatiyan şehîd û birîndar bûn, herweha pêlek derbederiyê ji bajar û gundên ku operasyona leşkerî têde li xwe digre dest pêkiriye .

Ew yek bi taybetî beşdarbûna girûpên çekdar cûrek ji dilgiranî û metirsiyê li cem xelkê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe cêkir, Ji ber ku ew girûp dîrokeke tarî û dagirtî ji tawanan li Efrînê ji kuştin , dizî û desteserkirina malên sivîlan tomarkirine .

Beşdarbûna wan girûpan bi piştevaniyekê ji Itlafê tê, ku ev piştevanî encûmen şermezar dike, ji ber ku li berovajî têgihiştina ku navbera ENKSê û Itlafê derbarê herêmên Kurdî de hatiye îmzekirin tê .

ENKSê êrîşa Tirkiyê şermezar dike, ya ku wek tihdiyek ji raya aliyên Navdewletî yên ku ev êrîş di gavên yekem de şermezar kirne .

Di demekê tê ku Tirkiyê hewla xwe ji bo vegerandina penaberên Sûriyê dike, di encamê de dê guhertinek demografî çê bibe .

ENKSê bang li civaka Navdewletî , Netewên Yekgirtî û welatên Erebî dike, ku berpirsyartiya xwe ji rawestandina êrîşên leşkerî rakin, ku ew êrîş rewşa mirovî û hawerçûnê zehmetir dike, herweha banga dîtina çareya aştiyane daku ewlehî û seqamgiriyê , di nav de dîtina çareyek dadwerane ji 12 kurdî li Sûriyê were cîbicîkirin dike .

Herwea bang li PYDê dike ku dest ji siyasetên xwe berde ku Tirkiyê wek bihane ji xwe re dibîne, û bang li çekdaran dike ji tax û cihên sivîlan dûrbikefin û wek qadên şer bi karneyênin daku sîvil nebin qurbanî .