Serok Barzanî derbarê êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê de peyamek belav kir

Serok Barzanî derbarê êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê de peyamek belav kir

Serok Barzanî derbarê êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê de peyamek belav kir
Serok Mesûd Barzanî peyamek bo raya giştî ya Kurdistanê derbarê êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê belav kir û ragihand: Nabe demografîya Rojavayê Kurdistanê bê guhertin.

Naveroka peyama Barzanî:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bilî wê yekê ku di dema derbasbûyî de me gelek hewlda ku şer û nearamî ji gelê Kurd li Sûriye dûr bikevê û êdî êş û karesat rû nedin, lê belê mixabin li çend rojên derbasbûyî navçeyên Kurdnişînên Bakûrê Sûriye tûşî êrîş û rewşeke metirsîdar bûn.

Berdewambûna şer û wê rewşa metirsîdar, gefeke gelek ciddîye li ser jiyana xelk û asayîş û aramiya giştî ya navçeyê dike armanc.

Li vir da bi pêwîst dizanim bi xelkê xweragirê Kurdistanê û hemû aliyan rabigihînim ku sedemên wê şerê her çi bûbin û her aliyek kêmterxem bûbê yan destê wan li vê rewşa tirsnak da hebûbê, niha dem, dema muzayedatên bêfeyde û nêrînên atîfî û helçûnê nîne. Dema eweye ku em hemû aliyek her çi hewl û şiyana me da heye bikarbînîn bo ku dawiya vê şerê bê û êdî xelkê bê tawan baca wê rewşa metirsîdar nedin û rê li guherîna demografyaya wan navçeyan jî bêgirtin.

Mesûd Barzanî
12.10.2019