Encûmana Nişîmanî ya Kurdî li Sûryê li gel cêgirê serokê Perlemana Herêma Kurdistanê civiya

Encûmana Nişîmanî ya Kurdî li Sûryê li gel cêgirê serokê Perlemana  Herêma Kurdistanê civiya

PDK-S: Şandek ji komîta peywendiya derve ya Encûmana Nişîmanî ya Kurdî li Sûryê ENKSê , duh 14> 10. 2019, seredana serokatiya Perlemana Kurdistanê kir, û bi Hêmin Hewramî cêgirê serokê Perlemana Herêma Kurdistanê re civiyan .

Di civînê de dawî bêşhatên rewşa Sûriyê û bi taybet erîşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê, rewşa xelkên ku derbeder û penaberî mal û cihê xwe bûne û metirsiya dubare vegrandina rêxistna DAIŞa terorist hat gotûbêjkirin.

Ji aliyê xwe ve Hêmin Hewramî cêgirê serokê perlemana Kurdistanê dil giraniya xwe ji rewşa Rojavayê Kurdistanê daxuyakirin .

Şanda ENKSê ji Kamîran Haco serokê pewendiyên derve ya ENKSê û Ibrahîm Biro endamê komîta peywendiyên derve ya ENKSê pêk dihat.