Koçer Bîrkar: Kurd tên kuştin dinya jî temaşe dike!

Koçer Bîrkar: Kurd tên kuştin dinya jî temaşe dike!

PDK-S: Zanayê kurd û xwedanê xelata Nobel ya bîrkariyê, Koçer Bîrkar li ser êrîşên Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê peyamek belav kir.

Profesor Koçer Bîrkar li ser rûpela xwe ya facebookê peyamek li ser êrîşên Tikriyê li dijî Rojavayê Kurdistanê û komkujiya kurdan peyamek belav kiriye û ragihandiye, war û bajarên kurdan tên agirbarankirin, welatê wan tê wêrankirin û zarokên wan tên kuştin lê tu dibêjî dinya li fîlmê temaşe dike! Bi rastî jî dinyayekî sosret e!

Koçer Bîrkar her wiha gotiye, helbet ev dinya xalî bi ser her wisa bûye û dê her wisa jî bimîne. Xwîna mirovên belengaz tê rijandin.

Wî zanayê kurd gilî li kurdan jî kiriye û gotiye, ji hemiyan nexoştir ew e ku kurd niha gelekî germ û bi hêrs in lê piştî çend mehan dê her tiştî ji bîr bikin û bo kêfê herin turkistanê (mebasta wî Tirkiye ye)!