Serok Barzanî: Pêwîst e qurbaniyên Kurdan li Sûriyê berçav werin girtin û demografiya navçeyên Kurdan neyên guhertin

Serok Barzanî: Pêwîst e qurbaniyên Kurdan li Sûriyê berçav werin girtin û demografiya navçeyên Kurdan neyên guhertin

PDK-S: Roja Înê 18.10.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derve yê Fransa Can Îv Lodiryan kir û di wê hevdîtinê de Serok Barzanî daxwaz kir ku her çareseriyek ji bo rewşa Sûriyê bê pêşniyarkirin û di her rêkeftinekê de pêwîst e qurbaniyên Kurd û çarenivîsa Kurdan li Sûriyê li ber çav bê girtin. Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derve yê Fransa kir.

Di destpêka hevdîtinê de Wezîrê Derve yê Fransa silav û rêzên Serok Macron bi Serok Barzanî ragihand û got: “Ev cara heftem e ku serdana Kurdistanê dikim û min sozeke zêde ji bo Kurdistanê heye û hatime silav û rêzên Serok Macron bi cenabê we rabigihînim û piştevaniya Fransa ji bo gelê Kurdistanê piştrast bikim.”

Di hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên li ser asta navçeyê, bi taybet metirsiyên serhildana terorê û rewşa Bakurê Sûriyê guftûgo kirin.

Serok Barzanî ji bilî derbirîna spas û pêzanînên xwe ya ji bo rola Fransa di piştgîriya berdewam a doza gelê Kurd e, careke din dilgiraniya xwe derbarê rewşê û çarenivîsa gelê Kurd li Sûriyê ji bo Wezîrê Derve yê Fransayê nîşan da û ragihand: “Her çareseriyek ji bo vê rewşa Sûriyê bê pêşniyarkirin û di her rêkeftinekê de pêwîst e qurbaniyên Kurd û çarenivîsa Kurdan li Sûriyê li ber çav bê girtin.”

Serok Barzanî careke din jî daxwaz kir ku Fransa wekî dostekî herdemi yê gelê Kurdistanê û beşekî girîng di Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Terorê de, ji bo rêgirtina li guherîna demografiya navçeyên kurdan li Bakurê Sûriyê û derketina karesatan de rola xwe bibîne.

Herwiha Serok Barzanî di wê hevdîtinê de bi hûrî behsa metirsiyên serhildana grûpa terorîstî yên weke DAIŞê kir û Wezîrê Derve yê Fransa dilgiraniya welatê xwe ya ji ber egera serhildana terorê di rewşa xerab a navçeyê de nîşan da û tekez li ser berdewamiya hevpeymanî û hevkariya Fransa û Herêma Kurdistanê li dijî terorê kir.

Serok Barzanî ragihand ku mixabin ev rewşa niha bingehek ji bo serhildana DAIŞê û grûpên wekî wê afirand hîn jî maye û aloziya rewşê xizmeta serhildana wan dike. Serok Barzanî tekez jî kir ku şerê terorê nabê tenê serbazî be û pêwîst e li rûyê civakî, siyasî, aborî û fîkrî ve reg û bingeha wan grûpên terorîstî bê hişkkirin.