Rêxistina PDK-Sê ya Kewregokê bi hilemeta komkirina alîkariyan ji bo penaberan rabû

Rêxistina PDK-Sê ya Kewregokê bi hilemeta komkirina alîkariyan ji bo penaberan rabû


PDK-S: Wekû piştevaniyekê ji penaberên Rojavayê Kurdistanê yên nû gihiştine Herêma Kurdistanê re, duh 26ê Cotmeha 2019an de, rêxistina PDK-Sê ya Kewregokê, bi hilemeta komkirina alîkariyan ji bo penaberan, rabû.

Nûçegîhanê ARKê li kampa kewregoskê got : 600 tûrên xwarinê ji penaberên Kewregokê, ji bo penaberên nû yên li Berdereşê hatine bicîkirin, hatin komkirin.

Nûçegîhanê me her wiha got : Tûrên xwarinê ji curên xwarina taştê pêk dihat, û bi serpireştiya PDK-Sê, ji Kewregoskê ji bo Berdereşê hatin şandin.

Kampa Kewregoskê, penaberên Rojavayê Kurdistanê vedihewîne, û ya Berdereşê, nû ji penaberên Rojavayê Kurdistanê yên ji ber êrîşa Turkiyê reviyane re, hatiye damezrandin.