Pêderson: Pêwîste di destûrê Sûriyê de mafê tevaya pekhateyan parastî be

Pêderson: Pêwîste di destûrê Sûriyê de mafê tevaya pekhateyan parastî be

PDK-S: Li gel destpêkirina yekem civîna komîteya destûrî şandiyê Navdewletî ji bo Sûriyê got, ku ev pêngav erêniye ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê li gorî biryara 2254.

Gêr Pêderoson di destpêka karê komîteya destûrî li Cenêv got, ku ev xuleke dîrokiye , ji ber em girîngtirîn mijarên civaka Sûrî gotûbêj dikin , û destûr yê gelên Sûriyê ye , û bi tenê gelên Sûriyê biryarê li çarenivîsa xwe dide .

Herweha Pêderson hêvî kir, ku di destûr de mafê tevaya pêkhateyan were parastin , û daxuyakirin ku eger heye destûrê Sûriyê yê sala 2012an were gotûbêjkirin , û yan jî komîteya destûrî reşnivîsekê binvîse û pêşkêşkî gelên Sûriyê bike da ku deng li ser bide .