Hejmara penaberên Sûriyê li Herêma Kurdistanê 14 hezar derbas kir

Hejmara penaberên Sûriyê li Herêma Kurdistanê 14 hezar derbas kir

PDK-S: Hejmara penaberên Sûriyê yên, ku gehiştine Herêma Kurdistanê piştî operasyona leşkerî ya Tirkiyê li rojhlatê Feratê 14 hezar derbas kir.

Li gorî amarên navenda hevbeş ya hemahengiya kirîzan ya bi ser wzareta navxwe ya Herêma Kurdistanê, ku ji destpêka operasyona Tirkiyê ji 9 meha cotmehan ve ta weke îro 14543 hezar penaberên Sûriyê gehiştine Herêma Kurdistanê û bitenê duh 256 penaber gehiştine Herêma Kurdistanê.

Penaberên nû li kampa Berdereş dihatin bicîkirin lê piştî ew kamp tije bû êdî penaberên nû ji bo kampa Giwêlan têne veguheztin.

Neteweyên Yekgirtî jî metirsiyên xwe ji hatina 50 hezar penaberên Sûriyê bo Herêma Kurdistanê eger rewş baştir nebe nîşan dide.