ENKSê bang li Civaka Navdewletî dike ku rê li vegera terorê bigirin

ENKSê bang li Civaka Navdewletî dike ku rê li vegera terorê bigirin

PDK-S: Îro roja Sêşemê, 12ê Mijdara 2019an, Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, daxuyaniyek derbarê teqînên bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê belav kir, tê de ew teqîn şermezar kirin, û bang li şêniyên Qamişlo kir ku bi xaka xwe girêdayî bin, û dest jê bernedin.

Daxuyaniya ENKSê weha hatiye :

Di 11ê Mijdara 2019an, danê ber êvarê 3 teqînên terorî di rêya otombîlên bombirêjkirî navenda bajarê Qamişlo, ku tejî niştecî ne hijandin, di encamê de hijmarek ji welatiyan şehîd bûn, û bi dehan kesên li wê derê, birîndar bûn, herwiha hijmarek ji cihên bazirganiyê hatin hilweşandin.

ENKSê serbar kiriye ku serpirştiyarê Dêra Kasolîk ya Ermeniyan li Qamişlo Hosîb Bîdoyan dema berê xwe dida Dêra Zorê, rastî êrîşekê ji aliyê girûpeke çekdar ve hat, di encamê de ew û bavê xwe şehîd bûn.

Emîndariya Giştî ya ENKSê tekez kiriye ku ev tawanên terorî yên newêrek û tirsonak û armanckirina wan ji sivîlan re, di çarçoveya karên terorî yên ku di vê dema dawiyê de rastî bajarên din bi mebesta xistina tirsê di nav dilê xelkê de, û handana wan li ser derbiderbûn û koçerbûnê, herwiha berdewamiyek ji pêlên derbirbûn û derxistina bi kom di herêmên operasyona leşkerî ya Turkiyê tên.

Herwiha dikeve çarçoveya serîhildana DAIŞê ji nû ve, di bi siya pêşhateyên nû yên ku herêm tê re derbas dibin.

ENKSê amaje kiriye di dema ku bi tundî van tawanên bi terorkirina Hosîb Bîdoyan, û êrîşên terorî li Qamişlo û destên li paş wan radiwestin, şermezar dike, di heman deman de bang li Civaka Navdewletî û welatên girîdayî bi rewşê ve, dike ku di rêya rawestandina hemû operasyonên leşkerî rê li pêş vegera terorê bigirin, û herêmeke aram bi serpireştiya û parastina navdewletî dabîn bike.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê bang li gelê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe kir, ku bi xaka xwe ve girêdayî bin û pêkvejiyana civakî biparêzin û derfetê nedin çavsorên ku niyaza xwe berdane ewlehî û selametî û pêşeroja zarokên wan.