141 penaberên Sûriyê derbasî Herêma Kurdistanê bûn

141 penaberên Sûriyê derbasî Herêma Kurdistanê bûn

PDK-S: Di heyama 24 demjimêrên bûrî de 141 penaberên Sûriyê debasî Herêma Kurdistanê bûne.

Li gorî navenda hevbeş ya kirîzan ya Herêma Kurdistanê, ku di heyama 24 demjimêrên borî de 141 penaberên Rojavayê Kurdistanê gehiştine Herêma Kurdistanê, ku bi wê yekê hejmara penaberên Rojavayê Kurdistanê ku piştî destpêkirina operasyona Tirkiyê 9 meha borî ta weke îro gehiştiye 15721 penaberî.

Penaber li herdu kampên Berdereş û Giwêlan têne bicîkirin herweha Neteweyên Yekgirtî jî metirsiya nîşan dide û behsa egera hatina derdora 50 hezar penaberên Sûriyê bo Herêma Kurdistanê dike .