1 Dolarê Emrîkî 700 Lîreyên Sûriyê derbas kir

1 Dolarê Emrîkî 700 Lîreyên Sûriyê derbas kir

PDK-S: Bû yekem car di dîroka Sûriyê de nirxê yek dolarê Emerîkî beramberî lêreya Sûriyê asta xwe ya herî bilind derbas dike ango 700 lêreyên Sûriyê derbas kir.

Li gorî malpera Lîre Elyewm ya taybet bi diravên biyanî roja Çarşemê 13. 11.2019, nirxê 1 dolarê Emerîkî gehişit 701 lêreya Sûriyê ji bo firoştinê û 698 lêre ji bo kirînê.

Berya destpêkirina şerê Sûriyê nirxê 1 dolarê Emerîkî bi tenê derdora 50 lêreyî bû, ango niha derdora 12 caran lêreya Sûriyê daketiye û ew yek jî bixwe re bandorê li nixrê kel û pelan û pêdiviyên jiyana rojane ya welatiyan dike.