Teqînek li Babê rûda
PDK-S: Teqînekê bajarê Babê, ku dikeve bakûrê rojhlatê bajarê Helebê de hejand , û di encamê de bi dehan kes bûne qurbanî .
Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan belav kir , ku ev teqîn li bajarê Babê li taxa Elkrac hatiye encamdan , û di encamê de bihtir ji 10 kesan jiyana xwe ji destdan , û 30 kesên din birîndar bûn .
Weke Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan daye zanîn, teqîn di rêya otombêleke bombekirî re hatiye encamdan ,û ji bilî ziyanên canî , ziyanên madî jî bi taxa Elkrac gehiştine.