ENKSê tekezî li ser yekhelwêstkirina nerîna Kurdî dike

ENKSê tekezî li ser yekhelwêstkirina nerîna Kurdî dike

PDK-S: Duh, Yekşemê, 17ê Mijdara 2019an, Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, Encûmena Xwecihî ya Rojava ya ser bi Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, civîna xwe ye normal li dar xist, tê de tekezî li ser yekhelwêstkirina nerîn û helwêsta kurdî kir, û pêşhateyên dawiyê li ser asta pêla derbideriyê jî, gotûbêj kirin.

Civîna encûmenê, wekû her car, bi xuleke bê deng li ser canê pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û canê rêberê nemir Mustefa Barzanî rawestaiyan, piştre, xişteya karê encûmenê ya taybet bi civînê, hate nemayîşkirin, tê de, tekezî li ser pabendbûna endaman bi rûniştinên civînê kir.

Li aliyekî din ji civînê, rewşa derbiderên bajarê Serê Kaniyê, û Girê Spî, hate gengeşekirin, û berdewmiya pêşkêşkirina alîkariyan ji wen derbideran, di çarçoveya karîn û şiyanên xwe, hate kirin. Pêşhateyên dawiyê yên li ser asta Rojavayê Kurdistanê, aliyekî din ji civînê li xwe girt, di wan axaftinan de, beşdarbûyan, ameje û tekezî li ser karê cidî, li ser yekhelwêstkirina nerîn û helwêsta Kurdî kir, herwiha, pêwîstiya piştgiriya endamên Kurd di Komîta Destûtî de, ku Komîta Destûrî, gava yekem e, ber dîtina çareyekê ji kirîza Sûriyê re ye, hate kirin.

Ji aliyê xwe ve, Xelef Emînakî, Serokê Encûmena Xwecihî, ya Rojavayê Hesekê, ji malpera ENKSê re da zanîn ku, civîna wan, normal bû, û hijmarek babetên girêdayî bi rewşa rêxistînî, hatin gutûgokirin, û hijmarek ji biryarên girîng hatin standin, û berçavgirtin.

Navbûrî serbar kir ku, di civînê de mîkanêzmên çawaniya pêşkêkirina alîkariyan, ji derbiderên Serê Kaniyê û Girê Spî re, li ser hatin rawestandin, bi taybet, malbatên hejar, û kesên kêm endam, û xwedan pêdiviyên taybet, û nexweşên dem dirêj.

Di dawiya axaftina xwe de, Xelef Emînakî, bal kişand ser ku, di civînê de hijmarek ji biryarên ku dikevin xizmet û berjewendiya xwecehiya wan de, hatin standin.