Li Idlib 21 sivîl hatine kuştin

Li Idlib 21 sivîl hatine kuştin

PDK-S: Rewangeha Sûriyê ya mafê mirovan dibêje, ku rêjîma Esed di armanckirina bajarê Idilbê de berdewame , û herî dawîjî bi dehê kesan jiyana xwe ji destdan .

Rewangeha Sûriyê ya mafê mirovan ragehand, ku çekdarên Îranê û rêjîma Esed kempeke derbideran li nêzîkî gundê Qah li bakûrê parêzgeha Idilbê kirine armanc , û di encamê de 21 sivîlî jiyana xwe ji destda, û ji wê jimareyê 10 ji qurbaniyan zarok bûn , û nêzîkî 70 kesî birîndarbûn .

Herweha rewangeha navbûrî got, ku li bajarê M're Eln'man li bakûrê Idilbê di encama bombebarankirina balefirên Rûsî de 6 sivîl bûne qurbanî û ji wê jimareyê 4 zarokin .