Perlemana Kurdistanê Helmetek ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê destpêkir

Perlemana Kurdistanê Helmetek ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê destpêkir

PDK-S: Perlemana kurdistanê hilmeteke alîkaryê jbo penaberên rojavayê kurdistanê ragehand?
Duh 24. 11. 2019, di kongreyek rojnemevanî de cîgirê serokê perlemanê Kurdistanê Hêmin Hewramî helmetek alîkariyên madî ji bo penaberên Rojavayê Kurdistanê destpêkir, ewjî li ser raspardeya perlemanê Kurdistanê ku berî niha biryar di wê derbarê de dabû.

Di vê helmetê de" Hewramî ragehand, ku ewan bi temamiya dengê perlemantaran ev helmet di roja 15.10 . 2019an de pesend kirbû, û îro jî, ev helmeta niştîmanî ji bo piştevaniya penaberên nû yên Rojavayê Kurdistanê, ku vê dawiyê di encama şerê Tirkiyê de li Rojavayê Kurdistanê rûdabû û niha jî li Herêma Kurdistanê penaberin.