Bogdanof: Nûnerên Komîteya Destûrî li Astane wê kombibin

Bogdanof: Nûnerên Komîteya Destûrî li Astane wê kombibin

PDK-S: Cîgirê wezîrê derveyê Rûsya eşkere kir, ku nûnerên komîteya destûrî ya Sûriyê wê li Astane kom bibin .

Mîxayl Bogdanof cîgirê wezîrê derve yê Rûsiya ragehand, ku di 10 – 11 vê mehê de nûnerên komîteya destûrî ya Sûriyê wê li Astane kom bibin , û aliyên beşdar di komîteya destûrî de wê nûnerên xwe li Astane destnîşan bikin .

Beriya du rojan Muxtar Tilyobirdî wezîrê derve yê Kazaxistanê ragehand, ku li ser daxwaza hersê welatên gerentor ji rewşa Sûriyê gera 14 ji danûstandinên Astane wê di 10 – 11 meha bêde destpê bikin.