54 penaxwazên Sûriyê derbasî Herêma Kurdistanê bûn

54 penaxwazên Sûriyê derbasî Herêma Kurdistanê bûn

PDK-S: Hatina penaxwazên Rojavayê Kurdistanê bo Herêma Kurdistanê berdewame, ku roja Duşemê 25. 11. 2019, 54 penaxwazên Sûriyê derbasî Herêma Kurdistanê bûne.

Li gorî navenda hevbeş ya kirêzan ya Herêma Kurdistanê, ku di heyama 24 demjimêrên bûrî de 54 penaberên Rojavayê Kurdistanê gehiştine Herêma Kurdistanê, ku bi wê yekê hejmara penaberên rojavayê ku piştî destpêkirina operasyona Tirkiyê di 09. 10.2019, ta weke îro gehiştiye 17000 hezar penaberî.

Penaber li herdu kampên Berdereş û Giwêlan têne bicîkirin herweha Neteweyên Yekgirtî jî metirsiya nîşan dide û behsa egera hatina derdora 50 hezar penaberên Sûriyê bo Herêma Kurdistanê dike .