Lavrov : Nabe tû aliyekî biyanî destêwerdanê di karê komîta destûrî de bike
PDK-S: Lavrov hoşiyariyê dide Pêdirson û dibêje nabe tû aliyeke biyanî destêwerdanê di karê komîta destûrî ya Sûriyê de bike .
Wezîrê derve yê Rûsyayê Sêrgî Lavrov di kongirekî rojnamevanî hevbeş bi hevşanê wî yê Nîpalî re, got ku nabe tû aliyeke biyanî destêwerdanê di komîta destûrî ya Sûriyê de bike, û divê sekretêrê giştî yê Netewê Yekgirtî Antonyo Gotêrês û şandiyê wan yê taybet bo Sûriyê Gêr Pêdirson wan hewlên ji aliyê dewletên biyanî ku dixwazin destêwerdanê di karê komîta destûrî de bikin rawestînin .