90 Penaxwazên din ên Sûriyê gehiştin Herêma Kurdistanê

90 Penaxwazên din ên Sûriyê gehiştin Herêma Kurdistanê

PDK-S: Hatina penaxwazên Rojavayê Kurdistanê bo Herêma Kurdistanê berdewame, ku roja Înê 29. 11. 2019, 90 penaxwazên Sûriyê derbasî Herêma Kurdistanê bûne.

Li gorî navenda hevbeş ya kirêzan ya Herêma Kurdistanê, ku di heyama 24 demjimêrên bûrî de 90 penaberên Rojavayê Kurdistanê gehiştine Herêma Kurdistanê, ku bi wê yekê hejmara penaberên Rojavayê Kurdistanê, ku piştî destpêkirina operasyona Tirkiyê di 9. 10.2019an de ta weke duh gehiştiye 17571 penaberî.