PDK-Sê raporta heyva Mijdarê belav kir

PDK-Sê raporta heyva Mijdarê belav kir

PDK-S: Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê, raporta xwe ya siyasî ya heyva Mijdara 2019an belav kir, tê de mijarên siyasî, mirovî li ser asta Rojavayê Kurdistsnê, Sûriyê, û karê Komîta Destûrî, hewiha hin babetên din yên girêdayî rewşê ve, gotûbêj kirine.

Di destpêka raporta xwe, PDK-Sê ameje pê kiriye ku, rewşa siyasî nişana wê yekê dide ku pêşhateyên nû hene ji bo çareserkirina siyasî ji kirîza Sûriyê re, ji ber ku kar û kedên navdewletî li ser hemû astan berdewam in. Komîta biçûk li Cinêfê dê karê xwe li bin siya Netewên Yekgirtî berdewam bike, ew jî li gor rewş, û daxwazên qonax û dema niha, da ku bi Sûriyaya pêşeroj re bigonce, û ew rêgirî û astangiyên çê bûne, demkî ne.

PDK-Sê xuya kiriye, rêkeftinên ku hatine îmzekirin navbera Emerîka, Rûsiya, Turkiyê di ware cîbicîkirinê de ne, çi ji bo Idlibê be, yan herêmên Kurdî be, nexasim li Rojhilata Feratê, ku kar li ser rawestandina şer û rêgirî li ber derbasbûna Turkiyê tê kirin, li ser wê yekê jî kar ji hin rêkaran re têne kirin ji bo hemû bajarên Sûrî di nav de Serê Kaniyê û Girê Spî.

wekû diyar e, kar li gor berjewendiyên Emerîkî Rûsî, û Rûsî Turkî bi rê ve diçin, û her sê alî li ser mijarê ne nakok in, berûvajî wê yekê lihevtêgihîştin ji hevpemaniya Asîtana Sotşî heye da ku her aliyek danpêdanê bi aliyê din bike, wek hejmûna Rûsiya û Iran li ser beşek ji Sûriyê, Emerîka li ser rojhilata Feratê, û Turkiyê li ser Bakurê Sûriyê.

PDK-Sê di raporta xwe de aniye ziman jî ku daketina nirxê lêreya Sûrî, wateya gurbûna kirîzan navbera aliyên zilhêz de ne , û bandoreke erênî û neyênî berçav li ser kirîza Sûriyê kiriye.

Li ser pêşhateyên dawiyê û ger û liv û tevgera Turkiyê PDK-Sê bal kişandiya ser ku, Turkiyê rola dirûyî nvbera Emerîka û Rûsiya de dilîze, ku bi Rûsiyê re peywendiyên xwe bihêz bûne, herwiha hin têkiliyên bazirganî bi Sînê û hin welatên din rê danîn, herwiha bi buhayê 100 milyar dolar girêbest bi Emerîka re girêdan, ku bi wê yekê rola xwe car din bihêz kir, ew tişt piştî ku Turkiyê armancên xwe di desteserkirna herdu bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê bi cî kir, û bi alava kuştin û hilweşandin û rûxandinê rabû, û xelk û şêniyên wê derbider kirin û binpêkirinên di dizî û desteserkirna mal û milkên welatiyan, wek li Efrînê dest pê kirin, ew yek jî dibe cihê seyr û matmayî derbarê helwêstên navbewletî li hember Turkiyê li ser desteserkirna serweriya Sûriyê.

Li aliyekî din raporta PDK-Sê ronî xistiye ser êş û azarên derbiderên Serê Kaniyê û Girê Spî ku ji derencama operasyona Turkiyê û çekdarên navên wan bi pîs û xerapî derketiye, û binpêkirinên dijî sicên mirovatiyê, ku bi wê yekê ew yek li ser êş û azarên miletê Kurd ji bilî keraseta Efrînê zêde dibe, û divê kar were kirin da ku dawî bi wan kerasetan çi li Efrîn, Girê Spî, û Serê Kaniyê were.

Li ser mijara bangên yekrêziya navmala Kurdî û yekhelwêsta wê bi taybet navbera ENKSê û PYDê de, bûye cihê guhdan li cem herdu aliyan, li ser hêviya ku keş û bayekê û baweriyê çê bikin, û hemû girtî serbest werin berdan, û nivîsgeh werin vekirin, û tu rêgirî li pêş çalakiyên siyasî û çandî ranewesta, û pirensîpa hevpariyê di biryara siyasî de û kar li ser hemû waran siyasî rêvebreî û leşkerî were pejirendin. Lê wekû tê dîtin PYDê bi tena xwe kar dike, li aliyekî kar li ser tevlîbûna çalakiyên Cinêv ya diplomasî dike, wate komîta destûrî de, wek aliyekî opozisyonê, li aliyekî din bi hemû kedên xwe, diyalogê bi rêjîma Sûriyê li ser gihiştina rêkeftineke giştî, siyasî, rêvebrî, û leşkerî dike, herwiha kar bi Emerîka re dike da ku xwe bigihîne astên pêşketî.

PDK-Sê tekez kiriye ku, ew wekû partî helwêsta xwe peşek ji helwêsta siyasî ya ENKSê ye, ku bi zelalî, bi erênî bersiva bangên yekrêzî û yekhelwêsta nav mala Kurdî da, û tu carî dudil nebû, û ew dê kar li ser dîtina bingehên pêwîst bike.

Derbarê daxuyaniyên Serokê rêjîma Sûriyê derbarê rêjeya Kuran li Sûriyê, ku rêjeya ereban li herêmên ku, idîa dikin herêmên wan e, rêjeya ereban ji 100î 70iye, û ji 100î 30, hemû pêkhateyên din in, wate tu herêm piraniya wan Kurd in li Sûriyê tune ye, lê pirsa tê balan çima guhertina demoxrafî li herêmên Cizîrê hat meşadin? Çima bi sedê hezaran ji xelkê Heleb û reqayê tevlî belgeyên wan li sînorê Hesekê hatin bicîkirin? Gelo ma ne jib o guhertina denoxrafî bû?.

Di dawiya raporta Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê de hatiye ku ew kiryar sitemkarî û zodariyeke mezin di dermafê gelê Kurd û hebûna xwe ya dirokî li ser zeviya ku ji bav û bapîran de ye, û ew herêm bê gûman û axaftin piraniya wan Kurd in.